Polîtîk

Parlementerê kurd ji CHPê îstifa kir

Parlementerê CHPê yê kurd Salih Firat ji partiya xwe îstifa kir.

Sedemê îstifa Firat axavtina parlementera CHPê ya Îzmîrê BirgulAyman Guler bû.

Dema di parlementoyê de pirsa ku mirov dikare di dadgehan de bi zimanê xwe yê dayîkê parastina xwe bike hate rojeva parlementoyê, partiyên siyasî di derbarê vê babetê de dîtinên xwe gotin. MHP û CHP gelek bi tundî dijê vê yekî sekinîn û nexwestin bibe qanûn.

Gotubêjên gelek dijwar di nav parlementeran de çêbûn û heta hinek ji parlementeran êrîşê hevudin kirin.

Dema parlementera CHPê ya bajarê Îzmîrê Birgul Ayman Gulen axavtin kir, gelek bi awayek nijadperstî êrîşê kurdan kir. Guler di axavtina xwe de got:“ Netewê Tirk û miletê Kurd nabê wekhevbin. Ji îro pê ve li Tirkiye pirsgirêka Tirkan heye“

Vê yekê di nav gruba CHPê de jî nexweşiyek peyda kir û parlementerê Adiyamanê Salih Firat îro  bi nivîskî îstifa xwe ji partiyê da. Li goraagahdariyan Salih Firat pişre bi konferansekî çapameniyê sedemên veqetandina xwe ji CHPê bide diyar kirin.

Ku hêdî mirov bikaribe bi zimanê kurdî di dadgehan de parastina xwe bike bû qanûn û bi dengê parlementerên Ak Partiyê û BDPê ev qanûn ji parlementoyê derbas bû. Ev pêşniyara Ak Partiyê bû.

Back to top button