Civak

7 leşker bi bombeya leşkerî hatine kuşti

 

Li ser doza ku 7 leşkerên Tirkiyê bi bombeyeke leşkerî hatibûn kuştin, di encamê de dadgehê jî 25 sal seza da Tuggeneral Zekî Es.

Li Çekê mayina ku bi dest ji aliyê leşkeran ve hatibû çêkirin teqiyabû û heft leşker miribûn. Dadgeha Leşkerî ya Sererkaniyê di radeya yekemîn de tawanbarê kuştina leşkeran Tuggeneral Zekî Es destnîşan kiriye û sawcî jê re 25 sal û şeş meh jê re seza daxwaz kiriye û  ji saziya leşkeriyê jî hatiye avêtin.

Sawciyê Leşkerî Serheng Kurtuluş Kaya, dîtina xwe li Dadgehê derheq Zekî Esî de eşkere kir û weha got: “Rapora ku Zekî Es amade kirye, ji rastiyê dûr e. Ji ber hindê ew bûye sedemê kuştin û birîndarkirina çend kesan. Divê ji 4 hetanî 25 salan û bi girtîgehê were sezakirin û ji saziya leşkerî jî bête avêtin.”

 

Back to top button