Polîtîk

Koç li ser pirsgirêka kurd axivî

 

Serokê Holdinga Koçê Mistefa Koç, derheq aştiya derheq pirsgirêka Kurd peyivî û weha got: ”Hêvîdar im ku ev pêvajoya aştiya ji bo pirsgirêka Kurd, lihaşê meçe. Înşaelah ev hevdîtin dê bi hawayekî berdewam bin. Lewra hate dîtin ku çek pirsgirêkê çareser nakin. Ji ber hindê divê ku rûniştin çêbibin û bi hawayê guftûgoyan çareserî çêbibe.”

Li Komeleya Karsazên Senayîyê (TUSIAD) di civîna koma gişûtî de Mistefa Koç bersiva peyrewên çapemeniyê daye û van agahdariyên girîng daye rojnamevanan:

”Çewa ku serokê YIKê hem jî serokê komiteya Kargêr gotine, di siyaseta TUSIADê de xebat dê bi eynî rengî bêtin domandin. Rojebv pir dagirtî ye. Wê sala 2013an bibe saleke pir balkêş. Lê înşaelah ez umîd dikim ku wê ji sala 2012an çêtir be. Eger çelqeke siyasî şênebe, xasma jî ji aliyê derva ve, ji cîranên me jî… Helbet ev pirsgirêka Kurd pir girîng e, demokratîkbûn û hinek zêdetir zindîkirinas Pêvajora Yekîtiya Ewrûpayê pir girîng in, lê zêde hate beravêtîkirin. Ev jî xasma ji aliyê Ewrûpiyan ve… Helbet aborî di rojevê de xala yekemîn diafirîne. Ez ji dil bawer dikim ku serokê nû digel hevkarên xwe, dê van pirsgirêkan digel babeta wan bi cih bînin.”

 

Back to top button