Serok Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke pilebilind a Amerîkayê civiya
Serok Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke pilebilind a Amerîkayê civiya Nêçîrvan şev pêşwaziya nûnerê Amerîka bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê Brett McGurk ku serdana Herêma Kurdistanê dike, kir.
Di civînê debalyoza DYA li Iraqê û diplomatpn bilinden DYA amadebûn.Di civînê de, pêwendiyên Amerika û li gel Iraq û herêma Kurdistanê, pêwendiyên Bexda û Hewlêr Rewşa navxwe ya herêma Kurdistanê û awayê çareserkirina problemen mijarê serekebûn. Herweha li ser yekkirina hêzên pêşmergeyên Kurdistanê taybetî hate sekinandin.
McGough tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Amerîka bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û daxwaza welatê xwe ji bo berferehkirina peywendiyên ligel Bexda û Hewlêrê û berfirehkirina hevkariyên hevbeş di hemû waran de bi taybetî di warê ewlekarî û parastina enerjiyê de kir.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî bi berfirehî behsa rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û hewlên çareserkirina pirsgirêkan kir û tekez li ser wê yekê kir ku bi avakirina hikûmeta nû ya Iraqa federal, derfetek bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingehê destûr û federalîyê bê kirin. Serokê herêmê daxûyakirin ku ew ji bo hemû awayê çareseriyê amadene.
Di hevdîtinê de her wiha li ser girîngiya xebata hevbeş ji bo parastina aramiyê, pêşhatên dawîn ên li herêmê bi giştî û mijarên din ên berjewendiyên hevpar hatin gotûbêjkirin.