Polîtîk

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilinda Amerîkayê kir

 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke bilinda Amerîkayê kir ku ji birêz Brett McGurk Rêkxerê Koşka Spî yê Karubarê Asayîşa Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa û birêz Amos Hochstein Rêkxerê Taybetî yê Serokayetiyê yê Jêrxana Cîhanî û Asayîşa Uze û xanima Alina Romanowski Balyoza Amerîka li Iraq û hejmarek şêwirmendên Wezareta Derveya Amerîka pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda hate guftûgo kirin û tekez li ser pêwîstiya çareserkirina giriftên di navbera Hewlêr û Bexda û girîngiya rola Iraq û Herêma Kurdistanê ya li derbaskirina astengiyên li ber uze li asta cîhanî da kirin.

Rewşa Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê civînê bû û têda Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku pêwîste îsal li Herêma Kurdistanê hilbijartineke pak û bêgerd birêve biçê û hîç hêcetek jî ji bo paşxistina hilbijartinê nayê qebûl kirin. Serok Barzanî eve jî xisterû ku xwazyarê eweye bi navê derbaskirina gefan û palpiştîkirina Hikûmeta Herêmê, civîn û hemahengiya di navbera aliyên siyasî berdewam bê. Di derbarê çaksaziyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo berdewamiya wan çaksaziyan dûpat kir.

Rewşa siyasiya navçeyê û gefên terorê mijareke dinê vê civînê bûn û şanda mîhvan tekez li ser girîngiya asayîş û aramiya li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Back to top button