Heyata PAKê li Hewlêrê Seredana Mekteb Eleqat a PDKyê Kir

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Ozçelîk, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê û Berpirsê Komîteya Başûrê Kurdistanê Rêzdar Orhan Kaya, endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Rêzdar Temo Ayas, roja 16.01.2023yê li Hewlêrê seredana Buroya Peywendiyên Kurdistanî û Iraqî ya PDKyê (Mekteb Eleqat a PDKyê) kirin.

Berpirsê Mekteb Eleqat a PDKyê Rêzdar Cafer Emînkî û endamên Mekteb Eleqat a PDKyê pêşewazîya heyeta PAKê kirin. Berpirsê Mekteb Eleqat a PDKyê Rêzdar Cafer Emînkî ji ber vê zîyaretê spasîya heyeta PAKê kir.

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Ozçelîk, ji ber vê pêşewazîyê spasîya Mekteb Eleqat a PDKyê kir û ji ber wazîfeya cenabê wî ya Berpirsyarîya Mekteb Eleqat a PDKyê Rêzdar Cafer Emînkî pîroz kir.

Heyeta PAKê û heyeta PDKyê di derbarê rewşa giştî ya Başûr û Bakurê Kurdistanê da û ji bo pêşdebirina peywendîyên herdu partîyan bîr û rayên xwe anîn zimên.

Hevdîtina heyetên PDKyê û PAKê di atmosfereke dostane de û bi awayekî berhemdar derbas bû.

16.01.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: