Serê govendê xwar be govend rast nabe
Lê mixabin ji ber ku êl û eşîr, serok û rêber, dem û dezgeh, hêz û partîyên siyasî hesabê pêşerojênekirin û serê govendê li gor berjewendîyên xwe xwargerandin…
Nûrî Çelîk
Xanî yan avahî li ser bingehên saxlem tên avakirin. Hegerbingeh yan stûn xwar bên lêkirin, xanî û avahî jî xwar lê dibinû dierdhejek herî piçûk de jî ew xanî û avahî karin hilweşin. Di bîrkarî û matematîkê de gava hesabek şaş bê kirin, encamawî hesabî jî şaş derdikeve û hesab hevdu nagire. Ev yek di her warî de, di jiyana şexsî, di çand û kulturî, di şer û pevçûnê û dixebata siyasî de jî wilo ye. Hesabên şaş, plan û projeyên şaş, taktîk û stratejîyên şaş, şer û siyaseta şaş, bi xwe re têkçûnê, şikestin û windabûnê tîne.
Di şahî û dîlanê de gava serê govendê xwar be ewgovend rastnabe,yekrêzî çênabe. Divê serê govendê rast be û sergovendgovendê rast bigerîne ku govend yekrêz be û şaş nebe. Hegersergovend ne erbabê şahîyê be yan ne govendgêr be, wêgovendê biherimîne û di govendê de bibe sebebê tevlihevî û anarşîzmê.
Em Kurd milletekî ecêb in. Ji ziman û çandê bigrin heta bi şer û pevçûnên me, heta bi şahî û govendên me jî ne weke hev in. Şahî û govendên xelkê yekserî, yên me du serîne. Herêmek govendê rast digerîne, herêmek çep digerîne. Bi vê yekê jî xuyaye ku yekîtî û yekrêzî di nav Kurdan de çênebûye û zehmet e çêbibe jî. Nakokî û berberîyên sedê salanhemû tore û nirxên pîroz guhertine û parçe kirine. Kar û xebata îro jî li ser esasê nirxên kevnare ava bûne û li ser wan nirx û toreyên ku Kurd ji hev parçe kirine tê meşandin. Nakokîû berberîya sedê salan îro jî me ji hev parçe dike û siyasetaxwar nahêle govenda Kurdan rast bibe, nahêle yekrêzîya xweçêke.
Masî ji serê xwe genî dibe. Heger govendgêr serê govendêxwar bikşîne, heger serok û rêvebir siyasetek şaş bimeşînin, heger yek bi alîyê rastê û yê din bi alîyê çepê ve govendêbigerînin, heger siyasetek bê plan û proje, siyasetek bê stratejîû bê pêşeroj bidin ber xwe, helbet wê encamên wê jî şaş û xwar bin û emê di nîvê rê de biteqinin.
Wek me di gelek nivîsan de anî ser zimên, di vê sedsaladawîyê de gelek derfet û fersend ketin destên me ku emkaribin ji wan sûdê bistînin û çend zincîran ji zincîrênbindestîyê bişkînin. Lê mixabin ji ber ku êl û eşîr, serok û rêber, dem û dezgeh, hêz û partîyên siyasî hesabê pêşerojênekirin û serê govendê li gor berjewendîyên xwe xwargerandin, em wek mirîşka gêj li dora xwe çûn û hatin û me tiştek bi dest nexist. Destketin û derfetên ku me bi xêradewletên Rojavayî qezenc kirine jî ji ber gerandina govendaxwar, li ber çûn û helakê ne.
Brîtanîyan xwestin bi Şêx Mehmûdê Berzencî re li hev bikin û herêmek azad têxin bin desthilatdarîya wî, lê ji ber nakokîyên olî qebûl nekir. Fransîyan li Rojava bang li çend malmezin û eşîrên Kurdan kirin û xwestin Rojava têxin bin desthilatdarîyawan, qebûl nekirin. Amerîkî û Hêzên Hevpeyman dixwazinBaşûr û Rojava têxin bin desthilatdarîya Kurdan, wan bighîninhev û rê ji Kurdistanek yekgirtî re vekin, hêz û partîyên me nakokî û berjewendîyên xwe didin pêş û jê re dibin asteng. Li Bakur heman derfet ketin destê me lê me nakokî û berjewendîyên partîtîyê di ser berjewendîyên Kurd û Kurdistanêre girt û em li ser dûvê xwe rûniştin. Derfetên kuketibûn û ketin destê Bakur, Başûr û Rojavayîyan, neketindestê Kurdên Rojhilat. Ji têkçûna Komara Mahabadê û vir vene kesî destê dostanî û alîkarîyê dirêjî wan kir, ne jî derfetekwek derfetên parçeyên din ket destê wan. Bi ser ku bê mecal û bê derfet bûn, heta bi îro jî tekoşînek bi esalet û şexsîyetmeşandin, wek partîyên beşên din pişta xwe nedan neyarênxwe û Kurd neêşandin. Belkî ji ber ku serê govendê rast gerandin bê derfet û bê mecal man.
Werhasilî kelam, karê me Kurdan karekî zehmet e. Ji ber emne azad û welatê me jî ne serbixwe ye, karê me zehmettir û girantir e. Em tucarî nebûne xwedîyê hest û hişmendîyeknetewî. Hest û hişmendîya me tenê bi zimên e, ne ji dil û mejîye (îstîsna netê de). Sergovendîya xwar ji vir tê. Jixwenenasîyê, ji kêmbûna hest û hişmendîya netewîtîyê tê. Û bêguman, heta hest û hişmendîya netewî, netewparêzî û Kurdistanîbûnê bi me re kêm yan tunebe, wê govenda me jîher û her xwar bigere.