Civak

Doh berdan îro girtin

Ji berî niha di çerçova doza “Balyoz“ê de gelek general û efser hatibin binçavkirin û ji teref dadgehê ve tawanbar hatin dîtin û biryara girtina wan hate dayîn. Eve 28 roj bûn ew di girtîgehî de bûn. Lê ji berî du rojan  parêzerên wan îtiraz li girtina wan kir û doza wan çû ber destê dadwerî kî û wî dadwerî hemû berdan. Dixweyê gelek bi zanebûn amadebûnek hatibû kirin ku, îtiraza parêzêran kirî here ber destê dadwer Kuban. Dadwer Kuban di cih de biryara berdana 19  generak û efseran da.

Lê dozeran biryara dadwer di cih de nedîtin û cardin ji bo girtina 19 kesên hatîn azad kirin serî li dadgehê dan. Îro dadgehê biryara girtina 19 kesan da. Ji wan 19 kesan yên hejî li ser kar hene û beşek ji wan jî teqeudin.

General û efserên teqeut evin: General Engin Alan, General Çetin Doğan, General Süha Tanyeli, General İzzet Ocak, Albay Kubilay Aktaş, Albay Suat Aytın, Albay Bülent Tuncay, Albay Ümit Özcan.

General û efserên hêjî li ser karin: Amîral(generalê deryayî) Semih Çetin, General İhsan Balabanlı, General Bekir Memiş, Albay Yüksel Gürcan, Albay Levent Çehreli, Albay Abdullah Zafer Arısoy, Albay Recep Yıldız, Albay Mustafa Önsel, Yarbay Ali Rıza Sözen, Yarbay Hanifi Yıldırım û başçavuş Musa Fariz.

 

 

Back to top button