Civak
Emê rewşa ewlekariyê biparêzin
Di derbarê bûyera teqîna li Kerkûkê çêbûyî, Konseya Ewlekariya Niştimaniya Kurdistanê daxuyaniyek ji bo raya giştî ragihand.
Konseya Ewlekariya Niştimaniya Kurdistanê da xuyakirin ku,ew her demî van bûyerên hovana şermezar dikin.Konseyê da xuyakirin ku dê hêzên asayîşê lêkolînekî baş di derbarê van bûyeran de bike û hêz yan jî kesên pişta van bûyeran de derêxên holê. Bi tu awayî ev bûyerên vî rengî nikarê morala hêzên asayîşê xirab bike.
Konseya Ewlekariyê di daxuyaniya xwe de serxweşiya kes û karên jiyana xwe ji dest dayîn kir û tekez li ser vê yekê kiriye ku, bi plan û stratejiyeke tund û nû vê rewşa ewlekariya Deverên Kurdistanî yên ji Derveya Kurdistanê biparêzin