Ji Erdogan daxûyaniyek di derbarê hilbijartinan de

Erdogan di Civîna Berfireh a Serokên AK Partiyê yê parêzgehên hinek daxûyaniyên girîng dan.
Serokkomarê Tirkiye Erdogan daxûyakirin ku, Li gora mercên demsalê ew dikarin dema hilbijartina hinekî pêşve bidin.Herweha Erdogan tekez kir ku ew plan dike ku bi serokê Sûriyê Esed re bicive.
Erdogan got, “Di van rojên ku me 21,5 salên damezrandina xwe û 20 salên hikûmeta xwe li pey xwe hişt, em li ber ceribandineke nû ne. Hûn herî baş girîngiya hilbijartinên 2023-an dizanin, ku em ê roja hilbijartina ji nûve binirxînin, dibe ku hindek pêş ve bidin, emê şert û mercên demsalê li ber çavan bigirin.
Di daxûyaniya xwe de Erdogan got:
“Min vê sibê bi birêz Pûtîn re hevdîtinek pêk anî. Me wek Tirkiye-Rûsya-Sûriye pêvajoyek da destpêkirin. Ewilê em ê wezîrên xwe yên derve bînin cem hev. Wê demê em ê li gorî geşedanan weke seroka bên cem hev. Derdê me ew e ku li herêmê aştî pêk were.”

