Dostên xwe zêde bikin

Nemir Mistefa Barzanî belasebeb nedigot „ dostên xwe zêde bikin, dijminên xwe kêm bikin “. Barzanî di hemû jiyan û tekoşîna xwe de ji dijminan pêve kes li kêleka xwe nedîtibû.

Nûrî Çelîk

Hûn dixwazin em bi serpêhatîyekê dest pê bikin û girîngîya dostanîya rasteqîn bînin ser zimên.

Dibêjin rojekê bav û kur li hev rûniştine û behsa dostanî û hevaltîya baş dikin. Kur pesnê heval û dostên xwe dide û ji bavê xwe re dibê: “Heval û dostên min ji yên te çêtir û saxlemtir in, di rojên teng de min bi tenê nahêlin û pê de diçe. Bav dibeşhişe, di bin simbêlan re dikene û ji kurê xwe re dibê: „Madem wilo ye, ka em dostên xwe biceribînin bê dostên min yan dostên te saxlem û yên rojên giran in” û li hev dikin. 

Bêyî ku haya kurê wî jê hebe, bav şevekê bizinekê serjê dike, digurîne, diqelîne, dixe çewalekî, bang li kurê xwe dike û dibê: „Kurê min, min îşev zilamek kujt û ew xist çewêl. Divê em îşev vî zilamî veşêrin. Rabe here bêje dost û hevalên xwe bela ji bo veşartina meyt (cendek)bên alî me bikin.

Kurê wî radibe diçe cem hemû hevalên xwe û meselê ji wan re dibêje, alîkarîyê dixwaze. Lê hevalên wî vediciniqin, ditirsin û yek ji wan jî bi hawara wî û bavê wî de naçin. Lawik pişta stuyê xwe duxrîne û destvala vedigere cem bavê xwe. Bav dibîne ku dost û hevalên wî nehatine alîkarîyê, îcar dibê: „ Wa hevalên te nehatin hawara te. De îcar dostekî min li filan gundî heye. Rabe here filan gundî cem dostê min, silavên min lê bike, bêje bavê min zilamek kujtiye bela bê em wî veşêrin”.

Lawik diçe gund û meselê ji dostê bavê xwe re dibêje. Dostê bavê gotina wî nake dudu, bi lez û bez tê û dixwaze cendekê zilamê kujtî veşêre.

Werhasil, bav li kurê xwe dinere û dibê: „Te dît ne! De ka îcar bêje, dostên min saxlem û pêbawer in, yan yên te?”

Axir, bavê lêwik çewal vedike, goştê bizina qelandî radixe ser sifrê û goştê xwe dixwin. 

Yek ji mesele û mereza me Kurdan jî bêguman ev e. Tunebûna dostên saxlem, dostên pêbawer û dostên qedîm in. Em Kurd helbet di şer û pevçûnan de mêr in, şêr in, cengawer in. Lê di siyasetê de, di têkilîyên navxweyî û navnetewî de em hertim bûne mehkûmê têkçûnê. Çima? Ji ber ku me dost ji xwe re çênekirine, ji ber siyaset û kiryarên ne li rê, ji ber nakokî û dijminatîya navxweyî, me dostên heyî jî winda kirine û dikin. Ev yek bûye sebeb ku em li ser masa siyasî bê dost bimînin û di daxwazên xwe de bi ser nekevin. Çi di kar û barên navxweyî de be, çi di têkilîyên navnetewî de be, peydakirin û qezenckirina dostan ji bo milletekî wek me bindest şertek ji şertên hebûn û nebûnê ye.  Ev yek jî bêguman bi tifaqa me, bi yekîtî û yekdengîya me çêdibe. Milletên ku tifaq û yekîtîya xwe çênekin û di dinyaya medenî de ne yekdeng û yekhêz bin, nikarin dostan li dora xwe bicivînin. Her çiqasî dostanîya îro li ser berjewendîyên siyasî û aborî ava bûbin jî, di vê cîhana berjewendperest de bê dost û bê pişt meriv nagihê armancên xwe.   

Heta meriv xwe bi tenê nebîne, meriv qedir û qîmetê dostan nizane. Bi taybet milletekî wek Kurdan û welatekî wek Kurdistan a ku ji çar alî ve hatiye dagîr û dorpêçkirin, divê ji herkesî zêdetir li dostan bigere û dostan ji xwe re çêke. Nemir Mistefa Barzanî belasebeb nedigot „ dostên xwe zêde bikin, dijminên xwe kêm bikin Barzanî di hemû jiyan û tekoşîna xwe de ji dijminan pêve kes li kêleka xwe nedîtibû. Dost kêm û dijmin zêde bûn. Heger di qada navxweyî û navnetewî de dostên wî û dostên milletê Kurd zêde bûna, belkî ewqas felaket û tofan nedihat serê wî û milletê wî. Tunebûna dostan ew bê çare û bê mecal hiştibû, dest û lingên wî girê dabû. Ji ber vê, dostên zêde ji bo wî girîng bûn.

Îro jî em Kurd di heman rewşê de ne. Dîsa em ji dostan bê par û mahrûm in. Ji ber me di qada navxweyî û bi taybet di qada navnetewî de lobîyek baş nekiriye, me dost jî ji xwe re çênekirine. Çend dostên ku dixwestin yan dixwazin dostanîyê bi me re bikin jî ji ber bêtifaqî û berberîya me ya navxweyî mecbûr dimînin xwe kerr û lal bikin, dengê xwe dernexin û destê alîkarîyê dirêjî me nekin. Meselen Macron û dewleta Fransa yek ji wan dostan bû. Her çiqasî Fransa bi Peymana Syces Pîkot di parçekirina Kurdistanê de gunehkar be jî, îro dostanî ji Kurdan re dikir û di nav Hêzên Hevpeyman de alîkarîya Kurdan dikir. Lê mixabin hinek tevgerên ku li ser navê Kurdan dijminatîya Kurd û dostên Kurdan dikin, xwestin û dixwazin dostan ji Kurdan re nehêlin, wan di qada navnetewî de sêwî bihêlin û xizmeta siyaseta dewletên dagîrker bikin. Bûyer û kiryarên ku li Parîsê qewimîn xizmetek mezin ji dewletên dagîrkerên Kurdistanê re kir û Kurd di qada navnetewî de carek din wek terorîst nîşan dan.

Bi kurt û Kurmancî; dibêjin „ bê xweda dibe lê bê xwedî nabe”. Em Kurd muhtacî xwedî û dostan e. Kes, malbat, eşîr û partîyên ku bê xwedî û bê dost bin, di her qadê de bi tenê dimînin, di her şer û tekoşînê de winda dikin. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: