Polîtîk

CHP: Daxuyaniyên Nuşîrevan Elçî partiya me girê nade

Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê û Berdevkê Partiyê Faîk Oztrak, li ser axavtinên şêwirmendê Kemal Kiliçdaroglû Nuşîrevan Elçî di bernameyeke televizyonî de, daxûyakirin ku; “Ji bilî min wekî Berdevkê Partiyê û berpirsên fraksiyona me di parlementoyê de, hemû gotarên din tenê nêrînên kesayetîne.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê û Berdevkê Partiyê Faîk Oztrak, der barê Civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ku di serokatiya Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu de li navenda partiyê hat lidarxistin de daxuyanî da.

Oztrak, daxûyakirin ku, ji hilbijartinên Hezîrana 2015’an û vir ve li Tirkiyeyê di şert û mercên asayî de hilbijartin çênebûye û got, “Hewldana darbeya xiyanetê ya sala 2016’an, di sala 2017’an de bi rejîma OHAL’ê rê li ber rejîma yek kesî hat vekirin. Skandala pusulaya dengdanê, feraseta sala 2018an, derbasbûna rejîmê, komploya li dijî îradeya neteweyî ya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), destwerdanên derve û niha jî kuştinên siyasî û komployên nû. Em ew kesên difikirin ku bi bertîlên hilbijartinê yên ji welatên din, bi planên siyasî, cînayetên siyasî dikarin bi îradeya milet re rûbirû bibin û yên ku bi hêvî ne ku kursiyên xwe biparêzin bînin bîra xwe: Mirov nikare di heman avê de 2 cara xwe bişo. Ev gel piştî Hezîrana 2015’an senaryoyên bi vî rengî di jiyana xwe de dîtin. Veca zikş vi miletî bi van leyiztikan têr bûye.

Oztrak di derbarê axavtina Nursirevan Elçî yê şêwirmendê Kiliçdaroglû bersiva pirsên rojnemevana da di derbarê Axaftina Şêwirmendê Kemal Kiliçdaroglu Nurşîrevan Elçî ya li ser xurtkirina rêveberiyên herêmî û xweseriyê û wiha got: “Her daxuyaniya Serokê me yê birêz, min wek Berdevkê Partiyê û wekîlên Koma me tenê nêrînên şexsî nîşan dide. Bi ti awayî partiya me girê nade. Bi qasî ku ez fêm dikim di partiya me de ev mijar ne di rojevê de ye, şêwirmendê peywendîdar ev yek anî ziman.”

Back to top button