Polîtîk

DEVA: Em ê pênaseya Tirkî ji Destûra Bingehîn derxin

Seroka Ragihandin û Pêşvebirina Nasandina Partiya DEVAyê Sanem Oktar ku yek ji şirîkên Tifaqa Millet e daxûyakirin ku ew dixwazin pênaseya “tirkî” ji Destûra Bingehîn derêxin. Ji oktar pirsîn “Hûn Tirkîtiyê ji Destûra Bingehîn derdixin?” Oktar bersiva xwe de got: “Raste. Di feraseta hemwelatîbûnê ya ku em ê qebûl bikin de dê behsa ti nasnameya etnîkî, olî û çandî neyê kirin.”

Sanem Oktar beşdarî bernameyeka radyoyî de kir û behsa guhertina destûra bingehîna a Tirkiye kir.i

Sanem Oktar ragihand ku ew dixwazin pênaseya “tirkî” ji Destûra Bingehîn derxin.

“Navnîşana nasnameya etnîkî, olî û çandî tune”

Pêşkêşvanê bernameyê ji Oktar re got:“Li Tirkiyeyê reçeteyek bi navê neteweperestiya Ataturk heye. Ma hûn reçeteyek din tînin? Hûn Tirkîtiyê ji Destûra Bingehîn derdixin?” Sanem Oktar di bersiva pirsê de ev gotin bi kar anîn:

“Raste. Di têgihîştina hemwelatîbûnê de ku em ê qebûl bikin, dê ti referansek li ser nasnameya etnîkî, olî an çandî neyê kirin. Di nav cûdahiyan de, dê tercîhek neyê kirin ku yek li ser ya din îmtîyaz dike. Em feraseteke ku her welatiyekî li ser esasê wekheviyê dihewîne qebûl dikin.

Em di xala 66’an a Destûra Bingehîn de pêşnûmeya guhertina vê yekê dikin: Em dibêjin ku ol, ziman, koka etnîkî, mezheb û cudahiyên mîna wan, prensîbên hemwelatîbûna Komara Tirkiyeyê bi qanûnê têne tertîb kirin. Bi vî awayî em wê babetê diguherînin. Di gotara heyî de qaîdeyên wek “ji dê û bavên tirk çêbûne” hene. Em li şûna vê yekê pêşniyar dikin.”

BABACAN ÇI GOTi BÛ?

Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan ragihandibû ku, ew dixwazin pênaseya hemwelatîbûnê biguherînin û di qanûna bingehîn de zimanê kurdî wekî zimanê dayikê bi cih bikin. Berdevkê ÎYÎ Partiyê Kûrşat Zorlu diyar kir ku di pêşnûmeya Destûra Bingehîn a ku bi hev re ragihandine de cih nadin van gotinan û li hev nakin.

Back to top button