Cîhan

Serokwezîr hate desteserkirin

 

Li Îslamabadê xwepêşandaneke pir mezin li dij hikûmetê gava hate destpêkirin, Dadgeha Bala jî ew xwepêşandan wek xetera welêt destnîşan kir û pêre pêre biryara hilweşandina Hikûmetê da. Piştre jî serokwezîr Riza Perwîz Eşref jî di navê de biryara girtina 16 kesan da. Ew kes jî di heman demê de ji aliyê polîs ve hatin desteserkirin.

Li gor ragîhandina nûçeyeke ajansa ANSAya Îtalî, Serokwezîrê Pakistanê li ser bertîlê hatiye girtin. Bertîl jî ji aliyê şirketeke Tirk a deryaya Reş bi navê ”Karekey Karadeniz  Enerjî”yê ve hatiye dayîn.

Tê gotin ku li Pakistanê gendelî di nava Hikûmetê de pir hatine kirin û ji ber hindê hemwelatî zêvir bûne.

Xwepêşandan pêşî bi banga Tahir Kadir ê serokê Tevgera Riya Qûranê çêbûye.

Hemwelatiyên Pakistanê li hember gendelî û bêrêtiya Hikûmeta xwe, li gelek bajarên welêt jî dest bi xwepêşandanan kirine.

Xwepêşandana ewil li bajarê Qereçiyê dest pê bûye û peyatî çûne Îslamabada paytext.

Hin ji daxwazên hemwelatiyan, guhartina zagona hilbijartinê, rûxandina komisyona hilbijartinê, avakirina hikûmeteke nû ji aliyê kesên ku gendelîtî nekirine ye.

Ji ber xwepêşandanan li Îslamabadê dibistan hatine girtin, dikan û cihên dî hatine radan û bi dehhezaran leşker û polîs bergîriya bajêr dikin.

 

Rojeva Kurd

Back to top button