Civak

D.X.B. divê alîkariyê bigihînîn nava Rojawaya Kurdistanê

 

Daxuyaniyek ji Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî

 

– Serokayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

 

– Wezareta Navxo

 

– Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (UN)

 

– Rêxistinên Xêrxwaziyên cîhanî û navxweyî

 

– Raya Giştî

 

Heta diçe jiyana xelkê welatê Suriye bi sedema şer û kuştaran xerabtir dibê, eve jî bûye sedema wê yekê ku xelkê sivîlê wî welatî bi neçarî mal û halê xwe bi cîh bihêlin û biçin welatên cîranan.

 

Hevsînorê Herêma Kurdistanê li gel Suriye sedemeke ji bo wê yekê ku zêdetirê (60) şest hezar welatiyên Suriye ku zêdetirê wan Kurdin, hêviya xwe bi Herêma Kurdistanê bînin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi lezgîniyê ve xwe gihandiye dengê wî xelkê lêqewimî û ji bilî wargehekî ji bo wan penaberan li parêzgeha Dihokê çê bike, heman demî de pêdiviyên jiyanê li ser wan da dabeşkiriye û dike, li vî warî de rewşa wan li wan hemû welatên dinê hevsînorên Suriye baştirbûye.

 

Lê belê ji ber wê yekê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li benda hejmarekî wiha zêdeyê penaberan nekiriye, heman demî de Hikûmeta navendî jî bi tu awayekî hevkariya penaberên Suriye nekiriye, ji bo wê yekê dibînîn rewşa jiyana penaberên Suriye ne li asta pêwîst deye û alozî û kêmasî pêve diyare û bi awayekî rêkûpêk amadekarî nehatiye kirin.

 

Eve ji bilî wê yekê ku rêxistina biyaniyan û Neteweyên yekgirtî (UN) li Herêma Kurdistanê weku pêwîst xwe negihandiye dengê penaberên Suriye û hewlên cîddî ji bo desteberkirina pêdiviyên penaberan bi taybetî li vê demsala sara zivistanê da nekiriye ku bê mal û hal li jêr  kon û reşmalan de dijîn, her wiha medya cîhanî û Kurdî jî nekariye raya giştî li vî derbarî de tevbigerîne rewşa xeraba jiyana penaberên Suriye li wargeh û bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê de pîşan bide.

 

Em weku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li vî warî de me her li roja yekem ve hevkarî û pêdiviyên jiyanê li ser penaberên Kurdên Rojawa yên li Herêma Kurdistanê de dabeşkiriye, ji bo wê yekê gelek ji nêzîk ve agahdarî jiyana wanîn û ji bo raya giştî radigihînîn eger bêt û bi ciddî bi awayekî amadekariyeke baş li penaberên rojawayê Kurdistanê neyê kirin bi taybetî li warê nîştecîhkirin û hevkarîkirin û tendirustî û perwerdeyê da, wê demê dirêjepêdana jiyanê ji bo wan penaberan sext û dijwar dibe û derencamên xerap pêktîne.

 

Bi mebesta hevkarîkirin û baştirkirina jiyana penaberên rojawaya Kurdistanê, van pêşniyaran dikîn:

 

1- Wezareta Navxo li gel rêxistinên lokal û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Neteweyên Yekgirtî (UN) kar ji bo amadekariyên wan hevkariyan bike ku ji aliyê xelkê ve ji bo penaberên Rojawaya Kurdistanê dihêne komkirin û bi awayeke wekhev li ser wan da dabeş bike.

 

2- Raya Giştî welatên xêrxwaz tevbigerîne bo ku jiyana penaberan bi ciddî werbigrin û zêdetir hevkariyê ji bo wan pêşkêş bikin.

 

3- Her çi zûye kar ji bo ewe bê kirin hevkariyê bişînîn navxweya welatê Suriye bo ku li wir pirsgirêk baştir bêne çareser kirin û êdî xelkê sîvîlê rojawayê Kurdistanê koçber nebin.

 

4- Komkirina wan hemû penaberên li dewrûberê bajarên Herêma Kurdistanê ku belavbûne û nîştecîhkirina wan li wargehek yan çend wargeheke hêja û guncaw da bê kirin.

 

 

Li gel rêzên me…

 

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî

 

Back to top button