Polîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya nûnerê taybetiyê Neteweyên Yekgirtî kir

 

Îro şemî 12/01/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Martin Kopler Nûnerê Taybetiyê Neteweyên Yekgirtî li Iraq û şanda li gel kir.

 

Li hevdîtinê de, guftûgo di derbarê hel û merc û pêvajoya siyasiya Iraq û rudaw û gûhertinên navçeyê, paşê danustandina bîr û ramanan di derbarê kêşe û giriftên siyasiyên Iraqê û hengav û astengiyên berev çareser kirina wan kirin.

 

Birêz Martin Kopler nîgeraniya Neteweyên Yekgirtî li asta rûdawên dawiya li Iraqê derbirî û ragihand ku Neteweyên Yekgirtî li nêzîk ve çavdêriya rewşa Iraqê dike û rolekî zêdetir û bi bandortir jî li hevkarîkirina aliyê siyasiyên Iraqê ya bi navê gihîştina çareseriyekî rasteqîne û bingehîn de digre û tekez jî li wê yekê kir ku ev hevdîtin ji bo rawêj û agahdarbûne li raman û nêrînên Serok Barzanî ya di derbarê qeyrana hukimraniya li Iraqê û çawayiya derketina ji wê qeyranê, ji ber ku hemû pêşbîniyên berê yên birêz bi wî awayî derketin ku îro tê dîtin.

 

Serok Barzanî, ji bilî pêşkêşkirina dîtin û ramanên xwe, tekez li wê yekê kir ku hemû kêşeyên Iraqê dikarê bi guftûgo û çareseriya aştiyane bêne çareser kirin û destûr û peyman jî bingehên serekîne ji bo çareserkirina wan û di derbarê hilbijartina pêşwext jî weku çareseriyeke ji bo qeyranê, rêzdar ragihand ku ne li dijî encamdana hilbijartina pêşwexte li Iraqê da, lê belê bi mercek berî wê hilbijartinê divê yasaya hilbijartinê bête gûherîn û amarekî bi hurî jî li jêr çavdêriya Neteweyên Yekgirtî li welat de bête encamdan.

 

Back to top button