Fransa li ser operasyonên Tirkiye û Îranê dixwaz3 konferanseke herêmî li darbêxe
Fransa hewldide ku di sala 2022ê deli dijî operasyonên hewayî yên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya welatên herêmê li Urdinê konferansekî li dar bixe.
Qesra Elysee da xûyakirin ku,Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyah Sûdanî re axiviye û di wê pêwendiya telefonî de her du lîderan nîgeraniyên xwe yên li ser zêdebûna rageşiya li herêmê piştî operasyonên esmanî yên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê û operasyonên esmanî yên Îranê li Herêma Kurdistana nîşan dane.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku her du lîderan li hev kirine ku beriya dawiya salê bi beşdariya Urdinê bi pêşengên herêmê re li Emman a paytexta Urdinê civînekê li dar bixin, lê nehatiye zelalkirin ku dê kîjan welat beşdarî lûtkeyê bibin.
Di heman daxuyaniyê de tê gotin ku Macron Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyah Sûdanî vexwendiye daku di destpêka sala bê de serdan Parîsê bike.
Berteka Tirkiyê; “Bêyî Tirkiyeyê civîneke herêmî çênabe”
Di vê navberê de li gorî agahiyên ku ji Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Parîsê hatin wergirtin, tê payîn ku Tirkiye jî weke berê beşdarî vê civîna herêmî bibe ku tê payîn li Emmanê were lidarxistin.
Rayedarekî Balyozxaneyê diyar kiriye ku Tirkiye li ser asta wezîran beşdarî civîna herêmî ya di meha Tebaxa sala borî de ya bi heman formatê bû û got: “Bêyî Tirkiyeyê organîzekirina civîneke herêmî ya bi vî rengî tê wateya mirîbûna wê.”
Heman rayedarî bi bîr xist ku daxuyaniya derbarê beşdarbûna muhtemel a Tirkiyeyê ya di civînê de dê ji aliyê Wezareta Derve ya Tirkiyê ve bê dayîn. Bi gotina heman rayedarî, Tirkiye di her firsendekê de diyar kiriye ku girîngiyê dide yekparebûna axa Iraqê û got, “Metirsiya herî mezin a li ser serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê ji rêxistina terorê ya PKK tê.”
Heman rayedar bi bîr xist ku di serdana vê dawiyê ya Macron bo Bexda, Hewlêr û Mûsilê de, rayedarên Iraqê metirsiya PKKê li ser yekparçeyiya ax û aramiya wî welatî ji Serokomarê Fransayê re ragihandine.