Polîtîk

Wezîrê Navxwe peyamekê arasteyî welatên cîran dike

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed bang li welatên cîran kir ku hevkariyê bikin û bi diyalog û jihevtêgihiştinê pirsgirêkan çareser bikin.

Bajarokê Sîdekanê yê li Îdareya Serbixwe ya Soranê, îro Sêşemî 6ê Berfanbara 2022an di merasîmekê de wek qeza hat ragihandin, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê di merasîmê de di gotarekê de behsa kêşeyên ewlehiyê yên li navçeyê kir û bêyî ku navê ti welatekî bîne got: “Gelê me ne beşek ji van pirsgirêkan e û em ji wan daxwaz dikin ku pirsgirêkên xwe nexin nav axa me.”

Rêber Ehmed got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê her tim piştevaniya aştî û aramiya li ser sînoran kiriye, em ti carî rê nadin Herêma Kurdistanê bibe çavkaniya gefa li ser ti aliyekî.”

Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxwaz ji welatên cîran kir jî ku hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin û bi diyalog û jihevtêgihiştinê pirsgirêkan çareser bikin.

Demek e Tirkiye û Îran bi hinceta hebûna hêzên opozîsyonê li Herêma Kurdistanê, bi mûşek û dronan êrîşî li ser çend navçeyên Kurdistanê dikin. Ev êrîş jî bûne sedema gelek karvedên li ser asta navxwe û navdewletî yên berfireh û bang li Enqere û Tehranê tê kirin ku dawî li van êrîşan bînin.

VEGERANDINA ARAMIYÊ BO NAVÇEYÊ

Sîdekan bi 20 hezar rûniştvan, bû navçeya pêncem a Îdareya Serbixwe ya Soranê. Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tekezî li ser hewlên hikûmetê bo vegerandina aramiyê bo navçeyên sînorî kir û got: “Em di hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi berdewamî li gel welatên cîran hewl didin ku aramî vegere van navçeyan û me bi cidî kar kiriye ku deriyekî li Sîdekanê bê vekirin û xelkê wê navçeyê sûdê jê werbigirin.”

Rêbar Ehmed behsa girîngiya Sîdekanê kir û got: Armanca me ji qezakirina Sîdekanê ew e ku ew desthilat û xizmetguzariyê li Soranê ye, bo Sîdekanê jî bê veguhastin, li şûna ku xelk ji bo karê herî biçûk serdana Soranê bikin, karûbarê xwe li cem xwe pêk bînin.

Back to top button