Polîtîk
Tirkiye bi tundî êrîşê rojavayê Kurdistanê dike
Artêşa Tirkiyê navendên petrol û gazê yên li sînorê Qamişlo, Dêrik û Tirbespî yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.
Li gora hinek çavkaniyên xwe cihî, dronên Tirkiyê êrîşî rafineriya Dicle ya li gundê Girhok kirine.
Herwiha droneke Tirkiyê her îro navendeke gazê ya li gundê Siwêdiyê yê ser bi bajarê Dêrikê ve topbaran kir.
Li gorî agahiyên destpêkê, di encama vê êrîşê de 2 welatî birîndar bûne.
Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê herwiha îro stasyona Zerabe ya nêzî gundê Mela Ebas bombebaran kirin.
Piştî wê, balafirên şer ên Tirkiyê stasyona Seîde ya li nêzî gundê Girdîm ê ku 10 kîlometreyan li bakurê navçeya Tirbespiyê ye bombebaran kirin.
Stasyona Seîde duyemîn mezintirîn stasyona komkirina petrolê ya li kantona Qamişlo ye.