Civak

Serok Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma oxirkirina qurbaniyên teqîna Duhokê dibe


Îro î piştî nîvro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana bajarê Duhokê kir û beşdarî merasima oxirkirina 5 qurbaniyên teqîna gazê li Duhokê bû.
Serok Nêçîrvan Barzanî hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyan û xelkê parêzgeha Dihokê bi giştî kir û hevxemiya xwe ya kûr bi wan re ragihand.
Ji aliyê xwe ve malbatên qurbaniyan kêfxweşiya xwe ji bo serxweşî û beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê di merasîma oxirkirina wan de nîşan dan.
Serok Nêçîrvan Barzanî roja duyemîn a serdana xwe ya bo Bexdayê ji bo beşdarbûna merasima sersaxiya qurbaniyên Duhokê û malbatên wan betal kir.
Her wiha Parêzgarê Duhokê erkdar kir ku rewşa birîndar û qurbaniyên qezayê bişopîne û amadeyiya xwe jî bo her alîkariyek û pêwîstiya çareserkirinê li welat û derveyê welat nîşan da.

Back to top button