Polîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê li Bexdayê hevdîtinên berfireh kirin

Nêçîrvan Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Bexdayê li gel serokkomar,serokwezîr û berpirsên partiyên siyasî hevdêtin kirin û behsa rewşa herêmê û li ser pêwendiyên Bexda û Hewlêrê axavtin.

Beşek ji hevdîtinên serokê herêmê:

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Şêx Xezelî civiya

Li Bexdayê di berdewmiya hevdîtin û civînên xwe yên bi serok û mezine berpirsên Iraqa Federal ra, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja sêşemê 22.11.2022ê di civînekê da digel birêz Falih Feyaz Serokê Desteya Heşda Şaibî pêşhatên dawiyê yên rewşa emnî li welat û gef û metirsiyên terorê û kiryarên Daîşê gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekez li ser pêwîstî û girîngiya zêdetir berfirehkirina hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge, artêş û hêzên ewlehiyê yên Iraqê da ji bona rûbirûbûna metirsî û gefên Daîşê, bi taybet li navçeyên maddeya 140ê û jinavbirina teror û Daîş bi yekcarî gotûbêj kirin.

Parastina aramî û seqamgîriya emnî û siyasî û serweriya welat û bihêzkirina hevkarî û berpirsiyariya hevbeş a aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê ji bo vê mebestê, digel pirsa bombebarankirin û armanckirina Herêma Kurdistanê ji aliyê welatên cîran ve ku mijareke din a hevdîtinê bû.

Li Bexdayê Serok Nêçîrvan Barzanî digel Feyaz civiya

Li Bexdayê di berdewmiya hevdîtin û civînên xwe yên bi serok û mezine berpirsên Îraqa Federal ra, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja sêşemê 22.11.2022ê di civînekê da digel birêz Falih Feyaz Serokê Desteya Heşda Şaibî pêşhatên dawiyê yên rewşa emnî li welat û gef û metirsiyên terorê û kiryarên Daîşê gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekez li ser pêwîstî û giringiya zêdetir berfirehkirina hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge, artêş û hêzên ewlehiyê yên Îraqê da ji bona rûbirûbûna metirsî û gefên Daîşê, bi taybet li navçeyên madeya 140ê û jinavbirina teror û Daîş bi yekcarî gotûbêj kirin.

Parastina aramî û seqamgîriya emnî û siyasî û serweriya welat û bihêzkirina hevkarî û berpirsiyariya hevbeş a aliyên siyasî û pêkhateyên Îraqê ji bo vê mebestê, digel pirsa bombebarankirin û armanckirina Herêma Kurdistanê ji aliyê welatên cîran ve ku mijareke din a hevdîtinê bû.

Serok Nêçîrvan Barzanî û birêz Ebadî rewşa welat nirxandin

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja sêşemê 22.11.2022ê li bajarê Bexdayê digel birêz Heyder Ebadî Serokê Hevpeymaniya Nasir civiya.

Di civînê de, rewşa siyasî û emnî ya welat û girîngiya piştevanîkirina Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo cîbicîkirin û serxistina bernameya wê, û herwisa karê bi hev ra û perpirsiyariya hevbeş ya partî û pêkhateyên Iraqê ji bo derbaskirina aloziyan hatin gotûbêjkirin.

Peywendiyên Iraqê digel welatên cîran û rewşa navçeyê bi giştî mijarek din ya civînê bû.

Back to top button