Nêçîrvan Barzanî: Divê di nava salekê de hilbijartin bên kirin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan hewl tê dayîn. “Bêguman emê serdana YNK û hemû aliyên din jî bikin. “Divê di nava salekê de hilbijartin bên kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî beşdarbûna merasima taziya 15 welatiyan li Silêmaniyê, çû nexweşxaneya bajêr serdana birîndaran kir. Di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, ji bo bûyerê çi pêwîst be dê bikin û her kesê ku bixwaze xêrxwaziyê bike karekî baş dike. Nêçîrvan Barzanî got: “Em ji bo sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re hatine Silêmaniyê” wî got.
Di bersiva pirsîkî ji bo hilbijartina jî serokê Herêma Kurdistanê got: “Min li gorî peywira xwe [berê] nameyek ji meclîsê re şand. Hêvîdarim ku partî li ser vê mijarê li hev bikin. Niha dema parlementoyê salek hat dirêjkirin. Bêguman divê hilbijartin bi vî rengî were kirin.”