Polîtîk

Debax civîna Barzanî û Hêro Îbrahîm Ehmed red dike

 

Li gor wan zanyariyên ku li tora civakiya Facebook û jêderên ne fermiyan ve hatine belav kirin, qaşo Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê biryare îro sêşem li gel xanim Hêro Îbrahîm Ehmed Endama Mekteba Siyasiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan û hevjîna Celal Talebanî Serok Komarê Iraq û Sekreterê Giştî yê YNK kom bibê.

 

Ji aliyê xwe ve Faysal Debax Sekreterê Rojnamevaniyê Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir, îro tu bernameyek ji bo kombûna Mesûd Barzanî li gel berpirsên YNK tûneye û got: “Barzanî bernameya xwe ya rojane heye, lê belê îro tu bernameyek ji bo kombûna li gel xanim Hêro Îbrahîm Ehmed tûneye”.

 

Piştî têkçûna rewşa tendirustiya Serok Talebanî, çend careke şanda bilinda Mekteba Siyasiya PDK serdana YNK kiriye û li çend rojên derbasbûyî jî civîneke hevbeşê her du partiyan bi Serokayetiya Mesûd Barzanî hatibû encam dan.

 

YNK û PDK eve çend sale peymaneke stratejî îmza kirine û li gor wê peymanê jî karên xwe birêve dibin.

 

Back to top button