Civak

Gelo raste ku jina duyemin jî hebûye?

 

Li gor ragîhandina cîgirê serokwezîr Bilind Arinc, jina Evdile Ocalan a duyemîn Meral Kidir e û li axaftina xwe domandiye:

”Di avahiya xwendekaran de sê hevalên nimêjker hebûne; Evdile Ocalan bû serokê PKKê, Durmuş Yilmaz bû serokê Banka Navendî û piştre bû şêwirmendê serokkomar, Yaqub Ince jî bû karsaz. Karsaz Yaqûb Ince gotineke ku heta niha kes pê nehisiyaye gotiye: Ji Kesîre Yıldırım(a keça Ali Yıldırımê serbazê MITê) zêdetir, jineke duyemîn jî a Evdile Ocalan heye û jê kurekî wî yê niha ku 21 salî ye jî heye.”

Li gor ragîhandina rojnameya Turkiyeyê ku rojnamevan Melik Duvakli nivîsiye: ”Navê jina Ocana Meral Kidir e,  ji Eskîşehirê ye, yek ji hîmdarên PKKê ye û keça albayekî ye jî. Ev jina Ocalanî di 1990î de ji Beqaayê hatiye Tirkiyê û rêxistinek bi navê DHP (Devrimci Halk Partisi) ava kiriye. Endamên vê rêxistinê kesên rewşenbîr û xuyanî dikuştin. Kuştina Prof. Dr. Bahriye Uçok ji aliyê vê rêxstinê ve hatiye kirin. Endama rêxistinê Gülay Calap,  pakêta bombe daye destên Prof. Bahriyeyê û zû ji ba wê çûye, heman jî bombe teqiyaye û Uçok miriye. Li gor belgeyên ku ji Ergenekonê ketine destên sersawcî, piştî ku jina Ocalan hatiye Tirkiyê, gelek caran bi Tuggeneral Weli Kuçur re jî hevdîtin kiriye.”

Back to top button