Civak

General ji bo rapora kurd hatin kuştin

 
Her ku rojek dibihure, li Tirkiyê tiştên sosret derdikevin holê. Wek mesela endamê JITEMê Bedran Akdag ku li xwe mikur hatiye û gotiye:

“Qumandarê herêma Diyarbekirê Bextiyar Aydin, qumandarê herêma Edenê Temel Cingoz, qumandarê cendirme yê barîgeha Mêrdînê Ridwan Ozden, qumandarê Cendirme yê barîgeha Dêrsimê Kazim Çillioglu, Qorgeneralê xanenişîn Xulusî Sayin tev ji aliyê JITEMê ve hatine kuştin.

Ev generalên ku hatine kuştin, kadirên xebata gorbihişt Eşref Bedlis bûn. Berê serokomar Turgut Ozal, karekî taybet dabû Eşref Bedlis û Ednan Kahwecî ku lêkolîn li ser Pirsgirêka Kurd bikin û raporekê amade bikin.

Van herduyan xebateke berfireh kiribûn. Di nava raporê de JITEMê jî eşkere kiribûn. Wan generalan tev bi hev re biryar dabûn ku dê herin ser JITEMê û ji holê rakin. Lê mixabin ew xebata wan bû sedemê wendabûna jiyana wan.”

Back to top button