Civak

Hikûmeta Kurdistanê: Mesîhîyên Kurdistanê bi azadî dijîn

 

Bi minasebeta jidayîkbûna hezretê Îsa û sersala nû, hikûmeta Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pîşkeş kir. 

Hikûmeta Kurdistanê di peyama xwe de dibêje:

Bi minasebeta jidayîkbûna hezretê Îsa (silavên Xwedayê mezin li ser bin) û hatina sersala nû ya zayînî, serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê pîrozbahiyeke gerim pîşkeşî xûşk û birayên mesîhîyên Kurdistanê, Îraqê û hemû cîhanê dike û dixwaze ku, hemû salan ev minasebeta di bin sîbera biratî, pêkvejiyan û rewşkea siyaisya minasib de bê pîroz kirin.

Serokatiya hikûmeta Kurdostanê di berdewamiya paeyama xwe de dibêje:

 – Xûşk û birayên mesîhîyên herêma Kurdistanê bi azadî û bê astengî dijîn û merasimên xwe yên olî bi azadî cîbicî dikin. Mesîhîyên din jî yên deverên din yên Îraqê ku, ji ber gef û kiryarên terorîstî û ji ber cudahiyên olî rastî şidetê tên, herêma Kurdistanê deriyên xwe ji wan re vekirine û hikûmeta herêma Kurdistanê jî bi cidî alîkariya wan dike. Ev yek jî nîşanek din a wê rasiyê ye ku, li herêma Kurdistanê çanda pêkvejiyan û lêbihurînê serdest e û tu kes ji ber nasnameya xwe a netewî, olî yan jî mezhebî rû bi rûyê tirs û gefan nabe.

 

Back to top button