Polîtîk

Heta Talebanî vedigere ew “Birayê Mezin e”

 

 

 

Civata nawendî ya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di civîneke awerte de biryar de ku, heta vegera Talebanî, Kosret Resul “Birayê Mezin e” å dê ew rêveberiya YNKê bike.

Duhî roja duşemiyê 24.12.2012ê bi serperiştiya Kosret Resul û bi amadebûna Berhem Salih, Mela Bextiyar, Omer Fetah, Adil Murad û hakim Qadir civata merkezî ya YNKê civiya û Kosret Resul weke “Birayê Mezin) hilbijat ku, heta Talebanî ji îlacê ji Almaniyayê vedigere, Resul rêveberiya karûbarên YNKê bike.

Daxuyaniya nawendiya YNKê dibêje:

Heta vegera Talebanî û ji bona cîbicîkirina wezîfe û tewsîyeyên sêyemîn kongreya YNKê, Kosret Resûl cîgirê yekem yê sekreterê YNKê, dê Birayê Mezin be û tev hevalên civata serokatiyê jî dê hevkar û piştevanin wî bin. Resul dê îdareta tev organ û saziyên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê bike.

Weke tê zanîn berî çend rojan rewşa saxlemiya Celal Talebanî sekreterê YNKê û serokomarê Îraqê li Bexdayê têkçû. Nuha ew li nexweşxaneyekê li Almaniyayê tê îlac kirin. Li gor hindek çavkaniyan rewşa saxlemiya Talebanî ber bi başiyê dice, lê êdî ew nikare li ser wezîfeya xwe berdewam be.

 

 

 

Back to top button