Cîhan
Emerika bala Iraqê kişand
Cihgirê wezîra derveya Emerîka Thomas Nides daxuyaniyek da û di tê ragihandiye, ku ew li gel pile Iraqê serokkoamr, serokwezîr, wezîrêderve û wezîrêdarayî hevdîtin pêkanîne.
Thomas Nides daxwaz ji berpirsên Iraqê kiriye ku rastewxo biçine nava rewşê û ji alozîyên navçeyên veqentandî yên bi herêma Kurdistanê re kêm bikin.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku Nides li gel berpirsên Iraqê behsa pêwendîyên hemû alîyane yên navebra Emerîka û Iraqê kiriye û ew jî di çarçoweya lihevhatin a stratejîka navbera Emerîka û Iraqê de ye ku Emerîka hêviya wê ye ku ji alîyê aborî û siyasî ve Iraqê bivejîne, ji ber ku Amerîka hevbeşê stratejîkê Iraqê ye û roleka bê alî û bi bandor di dabînkirina asayiş û aştîyîya navçeyê de dilîze.