Civak

Doza komkujiya Roboski çû dadgeha navnetewî

Çewa ku tê zanîn, roja 28/ 12/ 2011 balafirên cengî yên Artişa Tirkiyê di êrîşeke hewayî de 34 ciwanên Kurd kuştibûn.

Piraniya wan ciwanan xwendekar bûn û çûbûn Başûrê Kurdistanê her yekê hin tişt kirrîbûn û li hêstiran bar kiribûn, dianîn Bakûr da bifroşin û pê debara xwe bikin.

Piştî kuştina hewqas gundiyan, heta niha jî nehatiye peyitandin ka kîjan berpirsî ferman daye balafiran ku hewqas ciwanên bê çek û teqemenî kuştine. Bi vê kiryarê êdî eşkere ye ku dewleta Tirtiyê tawanekî li dij mirovatiyê kiriye.

Saziya bi navê ICADê belge û materyalên ku qetlîama Roboskiyê li ber çavan raxistine ku ew ciwan bi qest ji aliyê balafirên cengî yên artişa Tirkiyê ve hatine kuştin teslîmê dadgeha UCMê beşa li Hollandayê kirine. Wek berpirsê vê qetlîamê jî Serokwezîr Receb Teyîb Erdogan, Serokkomar Ebdulah Gul û Sererkanê giştî yê Artişê Nejdet Ozel hatine deştnîşankirin.

Rojeva Kurd

Back to top button