Balefirek bê pîlot a artêşa Tirkiyê îro otomobîlek li başûrê navçeya Eyn Îsayê bombebaran kir û di encamê de 2 endamên Asayîşa PYDê hatin kuştin û du jî bi giranî birîndar bûn.
Di vê derbarê de Asayîşa PYDê ya bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand, droneke artêşa Tirk otomobîlek li nêzî kampa Til El Semin ya koçberên Girê Sipî, li başûrê bajarokê Eyn Îsa kire armanc.
Diyar kir jî, di encama êrîşê de, 2 endamên hêzên wan hatin kuştin ku yek ji nava wan jine û 2 endamên din jî bi giranî birîndar bûn.