
Li Tehrana paytextê Îranê Lûtkeya sê alî ya Rusya,Tirkiye û Îranê destpê dike. Ji bo tevlîbûna civînê serokkomarê Tirkiye tayib Erdogan çû Tehranê û serokê Rusya Putin jî îro digihe Tehran. Ji bilî civîna sê kolî dê civînên du ali jî navbera van welatan de pêkwerin.
Rojeva sereka ya sê koliyê êrîşa Tirkiye ya li devera Minbic û Tilrifat e. Di vê derbarê de Erdogan got: Ez cereke din radigihînim. Em niha diçin qonaxeke nû ya pabendbûna me bi çêkirina navçeya aram bi kûrahiya 30 kîlometre bi dirêjahiya sînorên me li başûr. Navçeyên Til Rifat û Minbic ji terorîstan paqij dikin.”
Lê tê zanîn ku Rusya û Îran li dijê êrîşa Tirkiye ye û ew dibêjin ku bila pirsgirêka heyî bi awayek siyasî bê çareserkirin. Tê zanin ku,armanca Rusya ya sereke,hevkariya hêzên HSDê û rejima Suriye ye. Heta di çavderiya Rusya de hêzên rejimê li hinek deverên ku di bin destê HSDê de cih bûne.