Polîtîk

Barzanî: Em şer naxwazin lê em amadene bergiriyê li gel û welatê xwe bikîn

 

Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li ser rûpela taybetiya xwe ya li tora civakiya Facebookê peyamekî ji bo raya giştiya Kurdistan û Iraqê belavkir, eve jî naveroka wê ye:

Gelê Kurd herdem helwestekî xwe ya bergirîkarane hebûye û dijî şer û xwîn rêhtinê bûye, niha jî her heman helwesta xwe heye.

Li gel wê yekê ku xelkê Kurdistanê, çi li şoreşa eylûl yan li pêvajoya Enfal û kîmyabaran kirinê tûşî mezintirîn zulm û karesatan bûn, li gel wê yekê jî li dema raperîna 1991 an de gelek ehlaq û lêborîniyê ve reftaran kir. Li gel wan hemû tawanan jî gelê Kurdistanê berev tolhildanê neçû û tu kardaneweyek jî dijî Ereban nîşan neda. Rênimayiya Barzaniyê Nemir ji bo me herdem ewe bû ku nabê rê bidîn bibê şerê Kurd û Ereb, Kurdistan jî herdem bûye cihê têkoşerên Ereb û hemû xelkê Iraqê.

Xeraptirîn tişt eweye şer bikevê navbera du neteweyan. Mixabinî niha hinek kes bangawaziyê ji bo berpakirina şerê Kurd û Ereb dikin. Ez daxwaz ji gelê Kurdistanê dikim ku nekevin nava vê şaşiyê û daxwaz ji hemû gelê Iraqê dikim dijî vê nehca tirsnak rawestin û ewê vê bangawaziyê dike berpirsiyar dibê beramberî xweda û gel û yasa. 

Em şer naxwazin lê belê em amadene bergiriyê li gel û welatê xwe bikîn

 

 

Back to top button