Em rê nadin ku kes hizra dagirkirina Kurdistanê bike
Mesrur Barzanî şêwirmendê Civat a Ewlekariya Kurdistanê da xuyakirin ku ew derfetê nadin ku kesek bifikirê wê Kurdistanê dagir bike.
Li ser rewşa Iraqê û aloziyên di navbera Malikî û Kurdistanê de heyîn û daxwaza ku Malikî Kerkukê ji nûve dagir bike li Kurdistanê cihê gotubêjê ye.
Herweha ji bo vê armancê Malikî hêzêk taybet pêkaniye. Heza operasyona Dicle bi vê armancê hatiye çêkirin.
Peşmergeyên Kurdistanê bi fermana Serokê Kurdistanê li deverê cig bûna û rê nadin arteşê Irakê li himber Kurdistanê bilive.
Li ser vê yekê Mesrur Barzanî Şêwirmende Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê got: Keyfa tu aliyekî bi şer nayê em jî derfetê nadin ti kes an jî aliyekî ku, hizira dagîrkirina Kurdistanê bike. Ji ber yekhelwesta aliyên siyasî yên Kurdistanê, beyî tu cudahiyê daxwaza parastina xak û destkeftiyên Kurdistanê ez gelekî bi kurdbûna xwe serbilindim.

