Polîtîk

Li meclîsê gotina "bajarên Kurdan" niqaş derxist

Li meclîsa Tirkiyê, parlementerên AKP û MHPê xwe li hemberî gotina “bajarên Kurdan” û “Kurdistanê” ranegirtin. Di Komisyona Plansazî û Butçe a Meclîsê de, li ser navê Partiya Aşîtî û Demokrasiyê (BDP) Parlementerê Colemergê Adîl Kurt, çû ser kursiyê û axaftinek kir. Di nav axaftina Parlementerê BDPê de, çima ku gotina “bajarên Kurdan” derbas bû, serokê komisyonê Lutfî Elvan parlementer Adîl Kurt hişyar kir û got ku, “tiştekî bi navê bajarên Kurdan tine ye.” 

Parlementer Adîl Kurt, li ser hişyarkirina wî îfade kir ku ew bi vê gotinê, li bajarên ku Kurd zêdetir dijîn dixwaze îfade bike. Dûra jî Kurt anî ziman ku, Kurdistan navê wê erdnîgariyê ye.

Li ser vê gotina Kurt, li meclîsê tansiyon her ku çû bilind bû. Parlementerên AKP û MHPê, dengên xwe bilind kirin û gotin ku, “ev daxuyaniyana nayên qebûl kirin.” Serokê komisyonê Lutfî Elvan careke din kete dewrê û parlementer Adîl Kurt dubare hişyar kir.

Elvan: “Îfadeyeke bi vî awayî xeletî ye. Ne pêkan e ku em vê bipejirînin. Colemerg jî Stenbol jî parçekî vî welatî ye. Yekîtî û bihevrebûna vî welatî ji bo me hemûyan e.”

 

Back to top button