Polîtîk

Li Enqerê Hamleta bi Kurdî

Lîstika şanoyê a navdar a Shakespeare “Hamlet” bi Kurdî li paytexta Tirkiyê li Enqereyê li ser Sehneya Şînasî hate lîstin. Ligel Wezîrê Çand û Turîzmê Ertugrul Gunay, Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Sezgîn Tanrikulu, Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, Parlementerê Muşê yê BDPê Sirri Sakik, Hevserkê KCDê Ahmed Turk û Parlementerê BDPê Hasîp Kaplan Hamleta bi Kurdî temaşe kirin.

Lîstika ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve xistine ser sehnê, ji aliyê Wezîrê Çand û Turîzmê Ertugrul Gunay ve hate ecibandin. Gunay di derbarê lîstika Hamlet a bi Kurdî de wiha got: “Reng û dengên herêmî xistine nav Hamletê. Sankî me lîstikeke aîda gelê Cizîra Botan temaşe kir. Derkete holê ku zimanê hunerê ji hemû zimanên din bêtir mirovan kariye bîne ba hev. Ev zimanê hunerêye ku cîhanê hîn vediguherîne dereke ku tê jiyandin.” Gunay li ser pirsên rojnamevanan diyar kir ku wî lîstika Hamlet a bi Kurdî gellekî ecibandiye. Gunay diyar dike ku lîstik, rasterast nehatiye wergerandin û bi kevneşopiya dengbêjiyê hatiye xemilandin û ev jî çanda herêma Başûr Rojhilatê Anatolyayê nîşan dide.

Hevseroka BDPê Gultan Kişanak jî piştî lîstika Hamlet a bi Kurdî îfade kir ku, pêwîste zimanê Kurdî li her qadê bê bikaranîn. Kişanak : “Kurdî pêwiste di qada kamuyê de jî, di qada perwerdehiyê de jî bê bikaranîn. Lîstikê careke din hêza hunerê nîşana me da. Hêvîya min ev e ku herkes ji vir peyamên pêwîst bigre ku li vî welatî ziman û çandên cuda hene û ew cudahiyan jî dewlemendiya vî welatî ye. Pêwîste herkes li vî welatî zimanê xwe bêsînor bikarbîne û bi çand û zimanê xwe bextewar bibe.”

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Sezgîn Tanrikulu jî, piştî ku Hamleta bi Kurdî li ser sehneya Şînasî temaşe kir daxuyaniyeke wiha da: “Kesên ku difikirîn ev zimana ne zimanê şaristaniyê ye re ev peyameke, lê tenê ne wan re jî, ji hemû kesan re peyamek e.”

 

 

Back to top button