Extera13 car ji Jupiterê mezintir hate dîtin
Her rojeke ku dibihure, bi alîkariya teknîka nûjen bi xwe re tiştekî nû derdixîne holê û pêşkêşê mirovatiyê dike.
Kovara “Astrophysical Journal Letters” li ser extereke mezin nivîsiye ku ew bi teleskopeke Japonê bi durahiya 170 salên ruhniyê ji vê dinyaya me dûr hatiye dîtin. Ew exter du car û nîv ji roja ku em jê ruhnî werdigirin mezintir e, û di pergara Stêra Kappa Andromedaeyê de ye.
Navê vê exterê wek ‘Kappa Andromedae b’ bi nav kirine û ji ber ku ji Jupiterê jî mezintir e, jê re “Süper Jupiter” jî hatiye gotin.
Ev extera bi nabê “Süper Jupiter”ê, hêj kumbeda xwe ya weke van exterên dî kuta nekiriye, lê di pergara diskên exteran de ye.
Berê jî lêkolîn li ser van exterên wisa hatiye kirin û ev “Süper Jupiter” jî peyitandina wê rastiyê daye qeydkirin.
Rojeva Kurd