Doza Cuntaya Leşkerî ya 12ê Êlûna 1980yî, li Dadgeha Enqerê ya Ceyayê Giran a Dozdemîn hate domandin.

Seroerkanê giştî û serokê Cuntaya Leşkerî Kenan Evren û serokê Hêzên Hewayî Tehsîn Şahînkaya bi riya vidyokamerayê hatin dadgehkirin. Li salona Dadgehê dîmendereke mezin hatibû vegirtin û ew herdu tawanbar jî li nexweşxaneya Gatayê yên Leşkerî bûn îfade ji wan hate wergirtin.
Kenan Evren li Gataya Enqerê û Tehsîn Şahînkaya jî li Gataya Stenbolê dimîne.

Çewa ku tê zanîn dozdarên Doza Cuntayên Leşkerî xasma jî yên 12ê Êlûna 1980yî, weke Parlemana Tirkiyê, Serokwezîrtiya Tirkiyê, CHP, MHP, DISK, Hak-Iş û gelek kes jî dema îfade ji wan digirtin beşdar bûne û guhdarî kirine.

Dema îfade ji hwerdu tawanbaran dihate wergirtin, Midûrê Qelemê yê Dadgeha Cezayê a Ekqerê li ba Kwnan Evrenî bû û Midûrê Qelemê yê Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê jî li ba Tehsîn Şahînkayayî bû.

Li dîmenderê, pêşî Tehsîn Şahinkaya hate îfadekriin û piştre jî îfadeyê Kenan Evrenî hate wergirtin.
Tehsîn Şahînkaya xwe wek mirovê ku şel bûye xwe li ser nivîna nexweşiyê dirêj kiribû, lê Kenan Evren bi bedlekî reş li ser masê rawestiya bû û dipeyivî.

Berfirehiya dadgehê û îfadeyên herdu tawanbaran li vê linga han a bi tirkî heye:

(http://gundem.bugun.com.tr/kenan-evren-in-kalemi-kirildi-haberi/212620/)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: