Pêşmerge û leşkerên Iraqê hatin himber hev
Li gor nûçeya ku di malpera Rudawê de hatiye weşandin, di navbera pêşmergeyan û leşkerên Iraqê de pevçûn qewimiye. Pevçûna di navbera her du hêzan de li bajarê Xurmatû pêk hatiye. Di encama pevçûnê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û hin kes jî brîndar bûne.
Di derbarê sedema ku di navbera pêşmerge û leşkerên Iraqê de pevçûn derxistiye de agahiyên ji hev nakok tên diyarkirin. Di derbarê pevçûnê de heta vê seetê, daxuyaniyeke fermî ji rayedaran nehatiye dayîn. Dîsa di mijara hejmara mirî û brîndaran de jî agahiyeke zelal a tekûz bidest neketiye.
Li gor agahdariyekê, ji kesên ku brîndar bûne jê 7 leşkerên Iraqê ne û yek jî pêşmerge ye. Kesê ku jiyana xwe ji dest daye jî welatiyek bûye û piştî brîndariya wî welatî ew rakirine nexweşxanê lê li nexweşxanê jiyana xwe wenda kiriye.
Dîsa tê ragihandên ku, ev pevçûna ku di navbera pêşmerge û leşkerên Iraqê de pêk hatiye, ji ber sedemeke şexsî derketiye. Daxuyaniyeke bi vî awayî ji Fermandarê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Caber Yawer hatiye. Yawer diyar kiriye ku, pevçûn ji ber pirsgirêkeke şexsî derketiye û pirsgirêk hatiye çareserkirin.