Dosya

Qetilîyama dewleta Tirk bê cezamayin – 11

     
Gelek qetliyamên dewletê yên bê ceza mayin hatine kirin. Suayib Adlig li ser van bûyeran malbat dîtine û li gel wan hevpeyvîn kirine. Hevdîtinek ji wan jî li gel Malbata Necdet ÇELIK hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin.                                           
                                                      


S A : Wun karin bahsa birayê xwe, malbata xwe hemûyan bikin û wun bi çi awayî û çima hatin bajarê Izmire bicîh bun ?

Jiber tirsa mirine, ku kuştinênme li pey hev di sala 1992 dest pêkir.

Bûrayemin, birayê xanimamin Ahmet Karabulut, li bajare Batmane karkere refine bu, şeveqê seat 7h30 jibo here ser karê xwe, li ber deri, bi yek guleyî wî dikujin, 6 roj bi şûndajî, li bajare Kozluk, apêmin Mehmet Emin çelik, êvare seat 8h25 li malê bi malbati runiştibun, ji derva li deri dixin û gazi dikin, apêmin Mehmet Emin, ewjî tê deriye derva vedike, li nezike ber deri deh metre 3 kesbune, bi demaçên xwe bera didine û li ber deri wîjî dikujin.

Sala 1993 li batmane her hefte 6 -7 kes dahatin kûştine, biraye diyamin Sabri Daş, wexta hewariyê, jibo definkirina kuştiyan, bi xelkêre diçû ser mezel, bişti ser mezelan divegera malê, wek gelek insanan, hê roje, di riya çarçiyêda jibo vegere mala xwe, li ber çavên gelek insanan, li ser rê erebeyêk sipî tê li ber disekine, ji erebê bi silehên xwe bera wî didin û wîjî dikujin.

Bavê min Zulfî çelik, heroj liser van kuştinên li hemu heremî çedibin jibo pirsiyar bike, diçe vali û keymakam dibine, her dujî bavêmin tehdît dikin, piştre bavêmin radibe diçe meclisa Ankara, wekilê başbakane wê demê Tansu. Çiller, Murat Karayalçin dibine, ewjî ji bavêmin re dibeje, ez nikarim tu tiştek bikim. Bavêmin îdi baş fahm dike ku ev kuştinên hanan, bi biryar, metodekî fermi ya dewletê bi xweye, jiber vê bunê îdi ti pirs ji kesekîdin nake, Em bi malbati wek herkesi ketibun tirsekî pir  dijwar û di bê hêvîtiyede, em gişt ketibûn tirsa kuştina xwe bixwe.

Hêvarek bavêmin, bi kamiynekî te malê, ew êvar, me malaxwe li qamiyone bi zuka barkir û bi dizi di şevêda, em hemu malbat ji bajarê xwey Kozluk me terkkir, hatin li mintiqa ege û li bajare Izmir’e bi cîh bun. Piştime li mintiqa Kozluk, Sason, Batman, Siirt, Silîva, Bismil, Diyarbekir û Kurdistane ev kuştin bi sala domkirin û bi hezra însanênme hatin revandin, hindakirin û bi deh hezara malbatên kurd dev ji gund û bajarên xwe berdan koçi berbi bajarên mezin ên wek Adana, Mersin, Ankara, Antalya, Izmir û Istanbule bi cîh bun û xwe veşartin…

S A : Mesajeki weyî dawî ku wun dixwazin bejin heye ?

Belê,
Heta irojî hesabên van kuştinan, bi awayekî cidî, fireh nehatiye pirskirin û plankerên van buyêran wê demê hemu ji kadroyên dewletê û rêberênwan ên bilindbun, ên serê dewletê bi xwebun. Hewqas sal derbas bu, ka hêjî kes van kujeran ne sual dike û nejjî jiwan hesap dipirse, ev kesên kujer li Tirkîyayê hêjî serbest digerin û gelekî wan hêjî li miqamên mezinde bi cîh bune, di saziyên dewletêde bi dewleta irorejî kar dikin û hinekjî ji wan ji xwere emekli bune kêf, jiyana xwe dikin û dimeşînin…

Ev çewa dibe, ewkas qetilîyam li ser kurda be meşandin, ev plankerên kujeriya kurda, devletê hêjî wan negirtiye ? Ev çawa dewleteke û ka edaleta dewleta Tirk çi kiriye bo van kuştina ? Rêvebirên dewleta Tirk ên îronjî, ecêbe, çima nake divê be pirsin…? Gava nê pirsin ewê tucari dilên mexduran ji vê dewleta Tirkîyêre venebe û pê bawerî neyne…

Suayip Adlig

Bajare Izmir16 gulane 2009

Back to top button