Polîtîk
Serokwezîrê Kurdistanê û serokkomarê Iraqê
Serokomarê Îraqê Celal Talebanî, li bajarê Silêmaniyê, pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê kir.
Di dîdareke dostane de, rewşa Îraq, Kurdistan û herêmî û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Talebanî û Barzanî tekîd li ser berdewamiya danstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê, ji bona çareserkirina pirsên hilawîstiyên navbera her du aliyan, kir.
Nêçîrvan Barzanî di dîdarê de, encamên serdana xwe ya bo komara Îslamiya Îranê ji Talebanî re behs kir û Talebanî jî ew serdan bi serdaneke serketî wesif kir û pîrozbahî li Barzanî kir.
Serokomarê Îraqê, ji bona wê peyva di festival Gelawêj de pêşkeş kirî, destxweşî li Nêçîrvan Barzanî kir.