Hestûn mehkûm

HESTÊN MEHKÛM

xeyalên min yên kavilbûyî
di hinavên xwe de
birîna hestên mehkûm
dihewîne
di rojiya mirina zîndanan de
bedenê xwe dixwim
temenê xwe vedixwim
û bêdengiya çarenûsa xwe
dadiqurtînim
bi êş û jana laşên  dihelin
çûkên berbangê
lal dibin
stêrkên asîmanan
xwîn vedirişin
bax û bostanan
reş girêdan
çiya û daristanan
deng vedan
mêş û mozan
porê serê xwe rûçikandin
kulîlkên zozanan
ji hebûna xwe
şerm kirin
çem û kanî
di hêrsa coşa xwe de
xeniqîn
awaza stranên kezebşewat
hatin birîn
ez ê
ji kevirên zarokên kolanan
dîwarê serhildana egîd û mêrxasan
ava bikim
di nalîn û lorînên dayikan de
rîsê teşiya sebirê
birêsim
li hovitiya wijdanên bêdilovan
laneta serdeman
bibarînim
rûpelên çaxa genî
ji toza şerê qirêj
biweşînim
ji cîhana virek û derewîn re
lome
gazinc
û nifiran bikim
gemara rûyê zaliman
bi parzûna dilê xeşîm
bipalînim
li ber bayê çerxa feleka xayîn
destana mezlûman
binivisînim
bi neynokên giyanê îsyankar
zencîra bindestiyê
biqetînim
li ser qefesa welatê rojê
konê serkeftinê
vegirim
bafiroka aştiyê
bifirînim
ala serfîraziyê
li ba bikim
azadiyê
di henasa xwe de
biparêzim
û li meydanên dilê Amedê
bi tilîliyan govenda şadiyê
bigerînim

 Xizan Şîlan
 2012-11-11
 Stockholm

Nerîna min :