Cîhan

Îsraîl xwe ji operasyona bejahiyê re amade dike

 

Artêşa Îsraîl, xwe amade dike ku li hemberî Gazzeyê operasyoneke bejahî lidarbixîne. Bi vê armancê Îsraîl li welêt seferberî îlan kiriye. Li gorî nûçeya AP (Associated Press), sedema seferberî îlan kirina Îsraîl, amadehiya operasyoneke li hemberî Gazzeyê a bejahiyê ye. 

Artêşa Îsraîl biryar girtiye ku ber bi sînorê Gazzeyê ve hereket bike. Daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê a Îsraîl hatiye kirin, tê îfade kirin ku 30 hezar leşkerên yêdek wê bigrine bin çekan. 

Ev 2 roj in ku Îsraîl, êrîşan li hemberî Gazzeyê pêk tîne. Heta niha 19 kesa jiyana xwe wenda kirine û hejmara kesên brîndar jî gihaştiye 166 kesan.  Hamas jî bersivê dide êrîşên Îsraîl. Hamasê diyar kiriye ku wana fuzeyên Fecr-5 avêtine Tel Avîvê. 

Ji aliyê din, Neteweyên Yekbûyî (NY) eşkere kir ku, di êrîşa hewayî a artêşa Îsraîl a li hemberî Gazzeyê de, mamosteyekî  NY’yê, yê ku li Saziya Alîkariyê a Penaberên Filistînî a NY’ê, li dibistanekê mamostetiya Erebî dikir Mervan Ebu el Kumsan jiyana xwe wenda kiriye. 

Dîsa bona êrîşên Îsraîl yên li dijî Gazzeyê, li Gazzeyê hemû dibistanan perwerdehî ji bo demekê rawestandine. 

Êrîşên Îsraîl, nakokiyên di navbera Hamas û Fetîhê de ji bo niha ji holê rakirin. Alîgirên her du rêxistinan, li Ramallahê hatine ba hev û li hemberî êrîşên Îsraîl protesto lidarxistin.   

 

Back to top button