Gelek cara dema mirov hewldide rastiya bûyerekî eşkere bike, astengên mezin derdikeve rêya rastiyê de û xelkek naxwaze rastiya heyî bibîne. Belkî ev yek bi xwe handikaba mezin ya Kurdaye û ya wan kesên ku bi zanebûn dikevin di xizmeta dagirkeran de ye.
Gelek cara li ser pirsa Şingalê hatiye sekinandin û li ser rûpelên vê malperê hewldan hatine kirin ku, xelkê me rastiya Şingalê tê bigihe. Lê mixabin dezenfarmasyona medya PKKê û helwesta gurubên girêdayî PKKê dikarina nehêlin rastiya heyî bê zanîn û wan derewên xwe wek rastiyekî didan pêşîya xelkê Kurdistanê.Gelek mixabin piraniya caran dezenfarmasyona wan cihê rastiyê digirt.
Wek tê zanîn Şingal kete di bin destê DAÎŞê de û fermana Kurdên Ezidî rabû. Komkujiyek destpêkir û bi dehê hezaran koçber bûn û tufanek mezin hate serê Kurdên Ezidî. Piştî şerek dijwar û dawiya sala 2014ê Pêşmegeyên Kurdistanê Şengal azad kirin. Wek tê zanîn piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê Artêşa Iraqê, Heşda Şeibî, Milîsên Îranê û Çekdarên PKKê şerê Pêşmergeyan kirin û ketin nava Şingalê de. Çekdarên PKKê bûn hêzek girêdayî Heşda Şeibî û miaşên xwe ji Artêşa Iraqê werdigirtin.
Hercara Pêşmergeyan hewldidan bikevin nava Şingalê çekdarên PKKê şerê wan dikira. Dema pêşmergeyên Kurdistanê hewldidan bikevin nava Şengalê çekdarên PKKê jin û zarok rêdikirin da ku pêşiya karwanên Pêşmergeyan bigrin. Lê herî dawî hukumeta herêma Kurdistanê û hukumeta Iraqê di derbarê Şingalê de peymanek îmzekirin, li gora vê peymanê nabûya hêzên biyanî li devera Şingalê bimînin. PKK di bin bandora Heşda Şeibî de li dijê vê biryarê derket û di medyayê de dest şerê PDKê û Peşmergeyan kir .
Di vê derbarê de nûçeyên derew belav kirin.
Lê îro miaşxwarên Heşda Şeibî û kaşo fermandarên PKKê li xwe mikur tên û behsa sixûriya xwe ya Artêşa Iraqê dikin. Behs dikin ku rê nadin Pêşmerge bikevin nava Şingalê û herweha naxwazin Şengal bikeve ser herêma Kurdistanê.
Baş bala xwe bidinê :