Civak
Li Şingalê qedexeya hatinçûnê hate ragihandin
Hikûmeta Iraqê li bajarê Şingal yê Kurdistanê qedexeya hatinçûnê ragihand.
Rêveberiya polîsê Şingalê û fermandehiya operasyonên rojavayê Dîcle, ku girêdayî artêşa Iraqê ye û li Şingalê bicîh bûye, ragihandiye, êdî her şev ji demjimêr 12:00 heta demjimêr 06:00 hatinçûn li nav Şingalê tê qedexekirin.
Li gorî daxuyaniyê, ev rewş îro (17 Adarê) dest pê dike û heta biryarek din berdewam dibe.
Li gorî agahiyan, qedexeya hatinçûn ji ber aloziya ewlehiyê ya devera Şingalê hatiye ragehandin ji ber ku li Şingalê tijî kom û çekdarên PKK û Heşda Şeibî ne û bo dewlet û hêzên biyanî kar dikin.
Şingal devereka Kurdistanî ye lê li derveyî Herêma Kurdistanê ye. Di warê îdarî de jî girêdayî Mûsilê ye.