ÇEND GOTİN Jİ KÊM AQİLA RE!
Divê neyê ji bîr kirin ku hîmên damezrandina gramêra zimanê Kurmancî û rojnamegerîya Kurdî jî dîsa li dîasporayê û bi keda malbata Bedirxanîyan hatiye avêtin.
Nûrî Çelîk
Gelek caran meriv xebat û keda ku Kurdên li dîasporayê dane piçûk dibîne yan jî înkar dike. Lê gava meriv bi aqlêselîm lê hûr dibe, dibîne ku xebat û xizmetên ku Kurdên li dîasporayê dane, têr wate û ciyê şanazîyê ye. Lê mixabin ev rastî ji alî gelek kes, dem û dezgehên Kurdistanî vê tê înkarkirin û rêz jê re nayê girtin.
Gava meriv li dîroka damezrandina dewleta Israîlê dinere, dibîne ku dewleta Israîlê bi ked û xizmeta Cihûyên li dîasporayê hatiye damezrandin. Wek tê zanîn, piranîya Cihûyan derbederî cîhanê bûbûn, gelek zilm didîtin û ev bû sedema ku dewlemend, rewşenbîr û aqilmendên wan yên li dîasporayê hewla damezrandina dewleta Israîlê bidin û Cihûyan di navendekê de bînin ser hev. Ev ked û xebata wan, bû sedema damezrandina dewleta israyîla îro; û Cihû bi xêra xebata wan Cihûyên li dîasporayê bûn xwedî dewlet, xwedî nav, xwedî cîh û war.
Bi dehan nimûneyên bi vî awayî hene û meriv kare bi dûdirêjî li ser binivîse. Lê çi hikmet be em Kurd rûmetek mezin nadin xebat û keda Kurdên ku li dîasporayê xizmeta milet û welatê xwe dikin. Yan jî kesên qîmetê didinê kêm in.
Divê neyê ji bîr kirin ku hîmên damezrandina gramêra zimanê Kurmancî û rojnamegerîya Kurdî jî dîsa li dîasporayê û bi keda malbata Bedirxanîyan hatiye avêtin. Ked û xizmeta wan a li dîasporayê ji pêşeroja zimanê Kurdî re bû bingeh û îro em bi xêra ked û xebata wan ciwamêran li zimanê xwe xwedî derdikevin, dixwînin û dinivîsin. Herweha heman helwest ji bo siyasetê û hemi karên welatperwerîyê jî derbas dibe.
Piştî karasata 1975an û derbederbûna kadir û pêşewayên şoreşa Barzanîyê nemir, gelê Kurd moralşikestî, dilşikestî û hêvîşikestî bû. Dijminên Kurd bawer dikirin ku şoreşa Kurd têk çû û êdî Kurd li serê wan nabin bela. Lê kadir û pêşewayên şoreşê, li dîasporayê, li Ewrûpa û Rûsyayê bûn xwedî tecrûbe, xwendin, têgihiştin û bi awayekî nûjentir daketin qada şer û xebatê. Di encama ked û xebata wan kadir û têkoşerên têgihiştî, şoreş dîsa geş bû, bi hizr û ramanek nûjentir şoreşê dest pê kir û piştî têkoşînek dûr û dirêj, başûrê Kurdistanê gihişt qonaxa îro û bi ser ket.
Li vir mebesta min ev e ku divê meriv ked û xebata kesên li dîasporayê înkar neke, qîmetê bide xizmeta wan û zanibe ku ew xizmeta wan daye, kêm yan zêde bandorek li pêşdeçûna tevgera Kurd kiriye. Înkarkirina ked û xebata wan kesan, li gora min bêwîjdanî ye, hesûdî ye û dûrî aqila ye.
Ez wek Kurdekî diyasporayê peşniyarî dikim; werin em Kurdên li Diyaspora bihevre û mil bi mil bibirayên xweyî li welêt re şoreşeke li darxin!
Bi kurt û kurmancî; înkarkirin û binpêkirina ked û xebata Kurdên Diyaspora dûrî wîjdan û hestên Kurdayetîyê ye.