CivakRojev

Kerem ke xwe biceribîne!

Pêşmergeyekî Kurdistanê nameyek vekirî ji serokê hereketa Nuceba ya Iraqî Ekrem Keibî, ku peyayê Îranê ye, re şand û bi tundî bersiva tehdîdên wî da.

Duhî serokê hereketa Nuceba, ku girêdayî Heşda Şeibî ya Iraqê ye, Ekrem Keibî piştevaniya êrişa terorîstî û mûşekî ya pasdarên Îranê li ser Hewlêra paytexta Kurdistanê kiribû û bi kînek mezin daxwaz ji artêşa Iraqê kiribû seranserê Kurdistanê dagîr bike.

Pêşmergeyekî Kurdistanê nameyek vekirî wî peyayê Îranê re şand û bi tundî bersiva wî da.

Wî pêşmergeyê mêrxas di beşek ji nameya xwe de wiha bersiva Keibî daye:

…. Şîreta min li te ew e; vegere li dîrokê binêre û bibîne. Yên ji te gelekî mestir û hartir dijminahiya gelê kurd kirin lê hemû di dawiyê de bin ketin û serşor bûn… Ez û bi hezaran pêşmergeyên qehreman û bi sedan hezar xortên wêrek û mêrxasên Kurdistanê amade ne canê xwe feda bikin û berevaniya Kurdistanê bikin û efsaneya zaliman û terorîstan bişkênin. Eger pir hez dikî xwe biceribîne, kerem ke eve tu eve meydan. Em amade ne!

Balkêş e ?
Close
Back to top button