CivakRojev

Di 6 salan de 211 hezar û 523 kes ji bo ramanên xwe hatine darizandin..

Komisyona mafê mirovan ya Huquqzanên ji bo edaletê,bi minsebeta roja mafê mirovan raporek ji raya giştî re ragihandin.Rapor bi navê `` Di dema serokkomariya Tayib Erdogan de, li Tirkiye azadiya ramanî ``hate belavkirin. Li gora vê raporê navbera salên 2014 û 2020ê de 211 hezar û 523 kes ji bo ku tenê dîtinên xwe gotine û axavtine, di derbarê wan de doz hatiye vekirin û hatine darizandin.

Ev tawan li gora wezereta Dadê ya Tirkiye çine ? Heqareta li serokkomar hati kirin, rexneyên li Cumhuriyeta Tirkiye, Milletê Tirk dewleta Tirk hatîn kirin, bi eşkerekirina ramanan tehdît kirina xelkê,biçûk dîtina dezgehên dewletê û gelek tiştên din ku mafê xelkekiye di çerçova mafê mirovan de çalakiya bikin.

Tawana ku heqaret li serokkomar hatiye kirin, pirani di navbera salên 2015 û 2017ê hatiye kirin û li gora salên berê 35 cara zêde bûye.

Back to top button