Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îraqê Beha Erecî ragihand ku dawî bi pîwerdariya hêzên şerker yên hevpeymaniya cîhanî ya bi Serokatiya Amerîkayê li Îraqê de hatiye.
Erecî diyar kiriye ku di civîna dawî de li gel nunerên hêzên hevpeymanan bi pêşengiya Amerîkayê, nîqaş li ser vê mijarê hatiye kirin û hatiye diyarkirin ku dema pîwerdariya hêzên şerker yên hevpeymanî bi dawî hatiye û ji Îraqê vekêşiyane.
Weke tê zanîn ev demêke ku komên çekdar yên Îraqê ên ser bi Îranê gefa vê yekê dikin ku eger heta dawiya îsal hêzên han nevekêşin vê êrîşî ser wan bikin.