Polîtîk

4 daxwazên Îranê ji herêma Kurdistanê.

Li gor çavkaniyên rojnameya Rûdawê ku, ji Hewlrê weşana xwe dike, Qasim Silêmanî fermandarê giştiyê sopayê Qudisê û berprisê dosyeya Îraq û Suriyeyê bi dizî, dûr ji kamereyan,  birêya xala sînorîya Merîwanê serdana herêma Kurdistanê kiriye û bi berprisên herêma Kurdistanê re civiyaye.

Li gor rojnameya Rudawê berpirsên îranî 4 daxwazî ji berpirsên kurd kirine.

4 daxwazên Îranê ji herêma Kurdistanê.

1- Herêma Kurdistanê di nav axa xwe de kurdên surî perwerdeya leşkerî neke û tu hêzên leşkerî ji kurdên surî pêkneîne.

2- Eger herêma Kurdistanê piştgiriyê li hikûmeta surî neke, bila dijî wê jî kar neke.

3- Herêma Kurdistanê xwe ji siyasete Tirkiyeyê dûr bike.

4- Herêma Kurdistanê pirsgirêkên xwe yên digel Bexdayê bi diyalogê çareser bke.

Li dor serdana berprisên îranî bo Îraq û herêma Kurdistanê, Mehmud Osman parlamenterê kurd li parlamentoya Îraqê dibêje:

Giringtirîn pirs ji bo Îranê, îro pirsa Suriyeyê ye.  Wezîrê bergiriyê yê Îranê di serdana xwe de bo Îraqê daxwaz ji berprisên hikûmeta Bexdayê kiriye ku, hevkarî û alîkariya hikûmeta surî û Beşar Esed bikin.  Serdana Qasim Silêmanî bo herêma Kurdistanê û Ehmed Wehîdî bi Bexdayê di yeke wext de bû û Îran dixwaze herêma Kurdistanê û Bexda li hev bikin û bi hev re di vê qonaxê de digel Îranê alîkariya suriyeyê bikin.

Weketê zanîn Qasim Silêmanî di rpja 25.09.2012ê serdana Silêmaniyê kiribû û digel Celal Talebanî û Newşêrwan Mistefa civiya bû.

Piştî serdana Qasimî bo Silêmaniyê, Ehmed Wehîdî wezîrê bergiriyê yê Îranî jî roja 03.10.2012ê serdana Bexdayê kiribû û digel Malikî û mezine berprisên Bexdayê civiya bû.

Back to top button