Polîtîk
Barzanî di kongreya BDP-ê de amade nabe
Roja 14.10.2012-ê kongreya giştî ya BDP-ê li Enqere dicive. BDP serokê Kurdistanê Mesud Barzanî û herweha serokê Iraqê Celal Talabanî jî vexwwandibûn kongreyê. Lê Barzanî ji bo bernameya xwe nikare tevlî kongreyê bibe û Talabanî jî ji bo tenduristiya xwe tevlî kongreyê nabê.
Lê berpisê pêwendiyên derve yê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê bi navê PDK û serok Barzanî tevlî kongreya BDP-ê dibe û di vê pêvajoya zîz de peyama serokê Kurdistanê digihîne kongreyê.
Dê ev kongre çi guhertinê di siyaseta BDP-ê de bike ne kifşe. Ji ber ku tê zanîn ku biryara bingehîn ne bi îrade endam û delegeyan tê girtin.